Ez Kurdî Hîn Dibim

Ji weşanxaneya Nûbiharê gaveke nû: Pirtûkeke jibo hînbûna kurdî bi Audio-Cdyeke dîyarî.


Pirtûka „Ez Kurdî Hîn Dibim – Pratik Kürtçe Dersleri“ da ku meraqdarên zimanê kurdî bi wê kurdî hînbibin ciyê xwe li refikên pirtûkfiroşan girt.
Kitêb ji alîyê Abdullah İncekan ku li Almanyayê wek mamosteyê ziman û edebîyatê dixebite hatiyê amadekirin. Şêwirmendîya wê jî mamosteya zimannasî û dîdaktîka modern ji Universîteya Duisburg-Essenê Dr. Rosemarie Neumann kirîye.
Pirtûk ji 19 beşan pêk tê û li gor metod û didaktîkên modern hatîye amadekirin. Ji ber ku li Tirkîyê hê perwerdeya kurdî nîne di amadekirina wê de otodîdakt jî (yên xwe bi xwe hîndibin) li ber çavan hatine girtin.
Wêneyên Armin Wollnitza him kitêbê dixemilînin, him jî dikin ku dîyalog û metin bi hêsanî werin fêm kirin.

Ez Kurdî Hîn Dibim – Pratik Kürtçe Dersleri bi van xalan bala xwendevanan dikşîne:

-    Metnên otantîk
-    Di binê her metnî de: me’neya kelîmeyan bi tirkî (kelîmeyên nû)

-    Gramer: Sîstematîk û gav bi gav (îzah bi tirkî)
-    Gramer: Li hinin cîyan danliberhevdana bi tirkî, almanî û îngilîzî
-    Xebatên devkî û nivîskî
-    Îzahên li ser rastnivîsînê (îmla)


-    Îmkana gudarîkirina her metnî ji CDyê

Îlawe:
-    Mifteya xebatên nivîskî
-    Ferhengoka kurdî-tirkî
-    Ferhengoka tirkî-kurdî
-    Herdu kokên fiîlan
-    Îndeks
-    Çavkanî

Ji bo yên ku xwendin û nivîsîna kurdî yan jî kurdî hê nû hîndibin!

.....................................................................................

Ez Kurdî Hîn Dibim – Pratik Kürtçe Dersleri
Abdullah İncekan

Şêwirmend: Dr. Rosemarie Neumann

Wêne: Armin Wollnitza

ISBN: 978-9944-360-47-0

Weşanên Nûbiharê, 264 rûpel, Stenbol 2009

.....................................................................................