Metnên Otantîk
Dîyalog Deh
Usib û dîya xwe hefteyekê şûnda cardin li mixazeyê ne.
Usib: | Dayê, tu dikarî ji min re vê lîstikê bikirrî? | ![]() |
|
Dê: | Kîjan lîstikê? Navê wê çi ye? | ||
Usib: | Ev lîstika hanê. Navê wê memory ye. Memoryîya heywananan |
||
Dê: | Kurê min, memory çi ye? Ev sirf resimên heywanan in. | ||
Usib: | Na, dayê ev lîstik e. Meriv hemû kartan devarû datîne. Dû re lîstikvanek du kartan vedike. Ew li resimên mîna hev digere. Kartên kê zêde bin, ew qezenc dike. | ||
Dê: | Oh, ev lîstîkeke xweş e. Lê ez nikarim qezenc bikim. Sirf tu dikarî lîstikeke ewha qezenc bikî. Na, ez nikarim vê lîstikê bikirrim. | ||
Usib: | Oh dayê, tu jî herroj dibêjî, ez nikarim bikirrim. Dayê, ez dixwazim bikirrim. | ||
Dê: | Temam, temam kuro. Ez henekan dikim! Ez jî dixwazim wê bikirrim. Em him dikarin bilîzin, him jî dikarin navên heywanan hîn bibin. | ||
Usib: | Yuhu! |