Hînbûna Kurdî qet evqas hêsan nebûbû!
„Ez Kurdî Hîn Dibim – Pratik Kürtçe Dersleri“ ji niha de bûye klasîkek:
Ew bi çapa 4an li ber destê xwendevanan e!
Pirtûka „Ez Kurdî Hîn Dibim – Pratik Kürtçe Dersleri“ da ku meraqdarên zimanê şîrîn bi wê Kurdî hîn bibin
Pirtûk ji 19 beşan pêk tê û li gor metod û didaktîkên modern hatîye amadekirin. Ji ber ku li Tirkîyê hê perwerdeya kurdî nîne di amadekirina wê de otodîdakt jî (yên xwe bi xwe hîndibin) li ber çavan hatine girtin.
Wêneyên Armin Wollnitza him kitêbê dixemilînin, him jî dikin ku dîyalog û metin bi hêsanî werin fêm kirin.
Ez Kurdî Hîn Dibim – Pratik Kürtçe Dersleri bi van xalan bala xwendevanan dikşîne:
- Di binê her metnî de: me’neya kelîmeyan bi tirkî (kelîmeyên nû)
- Xebatên devkî û nivîskî
- Îzahên li ser rastnivîsînê (îmla)
- Îmkana gudarîkirina her metnî ji CDyê
Îlawe:
- Mifteya xebatên nivîskî
- Ferhengoka kurdî-tirkî
- Ferhengoka tirkî-kurdî
- Herdu kokên fiîlan
- Îndeks
- Çavkanî
Ji bo yên ku xwendin û nivîsîna kurdî yan jî kurdî hê nû hîndibin!
..................................................................................... Ez Kurdî Hîn Dibim – Pratik Kürtçe Dersleri Şêwirmend: Dr. Rosemarie Neumann Wêne: Armin Wollnitza ISBN: 978-9944-360-47-0 Weşanên Nûbiharê, 264 rûpel, Stenbol 2009 ..................................................................................... |
![]() |
|
|